Sunday, June 3, 2018

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan bellaş bi kar bîne, carna ez jî diçûm wir da ku xwe fêrî te'mîrkirina duçerxan bikim) û metropola Rouen Normandîyê dûyemîn festîvala duçerxan li dar xist. Ca'deya bi navê Jeanne D'arcê, ku li orta nava Rouenê ye, ji trafîkê re girtibûn. Têra xwe însan hatibûn û di rojeke xweş de xelkê bajêr ji xwe re kêfa xwe dikir. Mi ji xwe re têra xwe qidank, piskiwît û halley birin ji bo ku li wan deran ji nêza nekevim.


Monday, May 14, 2018

Şampîyonîya Baby-Foot

Li dersê bûm, mi nerî du berpirsên qûrsê ketin hûndir û xwestin me agahdar bikin li ser şampîyonîya cîhanê ya baby-foot ku wê di dawîya hêftê de li bajarê me bihata lidarxistin(û ji xwe li dar xistin) û gotin heçî bivê dikare bibe dilxwazek û alîkarîya organîzasyonê bike. Em û ew jî li ser diştexilin; heke em bibin dilxwazê organîzekirinê wê li CVya me zêde bikin ji ber ku tûrnûvayeke navneteweyî ye lê hîn jî hişê mi li ser peyvê ye; la oxlim 'baby-foot' çi ye?? Mi go qey zarok an jî bebek bi topê dilîzîn. Tu nebê ji 'langirt'ê re bi Fransî dibên 'baby-foot'(hey mi go xwedê we nehêle). Û bi xwedê hingî li ser şitexilîn  mi go qey wê bi hezaran însan tevlî bibin. Federasyona Fransî ya Langirtê(FFFT) ev tûrnûva di navbera 10 û 13ê vê mehê li Kinderana ya bajarê Rouenê li dar xist û ez tenê şemî û yekşênê çûm. Di beşa jin, mêr û seqetan de Fransî bûn yekemîn û di beşa ciwanan de jî Alman bûn yekemîn.

 Nizam ka gelo we heta niha langirteke wilo dirêj dîtîye?

Thursday, May 3, 2018

Altdorf/Flüelen

Mi li vir çend welat lê gelek bajar dîtin bes yek ji wan jî bi xweşikbûna xwezaya xwe nedigîha Altdorfê. Tu dibê ez hema ji xwe re rûnêm û li derdora xwe binerim. Piştî demekê, helbet ku tu li ser qûna xwe rûnenê û bigerî, mero dibêje qey hemû derên Ewropayê wek hev in. Lê Altdorf heqeten cuda ye. Piştî vir, ez derbasî Baselê bûbûm. Hevalekî mi li mi geriya û pirsî bê ka Basel cîkî çilo ye. Mi go 'Wele îdare dike..' Go 'Oxlim tu li gundê Edenê mezin bûyî, ne li Scandînavyayê! Îca îdare dike çi ye?' Mi go 'Canisi erê wilo ye, lê ez ji Altdorfê têm ha, loma.' Zivistan bû çûm wir û digotin havînî hîn xweşiktir e. 5 rojan li wir mam lê jê têr nebûm. Û ev cara pêşî bû ku li gor navê bloga xwe bi duçerxekê li nav bajêr digeriyam.

Friday, April 6, 2018

Tuttlingena Alaman

Ev du neql in ku têm vî bajarî û tu hemî ser hev kî, mehek tê de mame. Hej vî bajarî nakim gelkî ji ber ku çûçik e û bêtir li gor îxtîyara ye bi şînayî û bêdengbûna xwe. Hej vî bajarî dikim gelkî ji ber ku kengî bêm vir, jinbira mi xwarinên harîka çêdike. Tam 11 sal in ku dûrî malbata xwe dijîm û tam 11 sal in ku neelimîme çêkirina xwarinê, hejê jî nakim a rast ligel ku işqwarin im. Axir.. Cara ewil piştî gera xwe ya Îtalyayê, di nîvê nava Swîsreyê re ji başur ta bakur bi otobêsê derbas bûbûm û hema ku mero sînor xelas dikir û diket nav axa Elmanyayê, qey bi saetkê mero digîha vî bajarî. Li başurê Elmanyayê, ber sînorê Swîsreyê ye. Cihê bajêr piçkî çep e, yanî ku mero bixwaze ji bajarekî din here wir, tenê tirên rast dire û hew. Otobês ji bajarên dorê derbas dibin. Ji ber febrîqeyên tê de, ahlê bajêr bi pirranî karker in û li bin gûhê peran dixin. Dibên navê xwe ji Keltan(Celts) distîne ku berê niştecihê vê derê bûne. Zêdetirî 600 febrîqeyên ku amûrên nojdarî(surgical) çêdikin tê de hene û nîvê amûrên nojdarî yên li dinyê li Tuttlingenê tên çêkirin.

 Cara pêşî li Rewanê(Ermanîstan) mi dîbû ku jin porê zilaman kurr dikin. Helbet ne tiştekî hewqes ecêb e lê em neelimîme heyra.

Sunday, March 11, 2018

TORIINO ITALIAANO !!

Ev dostên min î Îtalyanî ku ez çûm cem wan û mazûvaniyeke heqqeten ji dil nîşanî mi dan, me pêşî par meha Sibatê li Ermenîstanê hevdu nas kiribû û havîna borî jî ew hatibûn Kurdistanê û li çend bajaran me bi hevaline din re ew gerandibûn, vêca mi go dora mi. Bilêta xwe ya teyarê ku aidî şîrketa Ryanair bû dîsa, mi bi 13 euroyan birîbû (ne ku erzan e abê, bellaş e wîî) Piştî saet û nîvekê, nîvrokî ez gîham Torînoyê û çûm cem hevalên xwe. Ev ciwanên polîtîk li komeleyeke bi navê Casa Acmos de ji bo penaberan dixebitin û li dijî mafyayê tevdigerin. Avahiya komelê di heman demê de dikare nêzî sîh însanan vehewîne, ji xwe em tev li wir diman. Torîno, bajarekî têra xwe xweşik û dîrokî bû (bes hewaya wê piçkî lewitî bû) û bêguman rojên min î herî xweş û kêf li vir derbas bûn û destê mi bêhenek ji vir nedibû. 

Piazza Vittorio

Mîhrîcana Duçerxan

Ev ji bîst roj zêdetir li benda vê festîvalê bûm. Bi alîkarîya atolyeya Guidoline (atolyeyeke duçerxan e ku meriv dikare hemû amûrên wan be...